Amerîka û Almanya li hember biryara dadgeheke Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneyên Amerîka û Almanya li Herêma Kurdistanê têkildarî biryara Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê pênc cezakiriyên Behdînanê de, helwetên xwe aşkere kirin.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê navanîna wê konsulxaneyê di biryara Dadgeha Pêdaçûnê de, ji zarê berdevkê xwe ve ragihand: “Bendewariya me heye ku hikûmetên welatan li seranserê cîhanê rêzê li karê dîplomatên Amerîkî bigrin.”

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de tê gotin: “Tevî ku em li ser kêsyên dadgehan nakin, lê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê ji dema damezrandinê ve piştevanî li azadiya derbirîna nêrînê û ragihandinê kiriye; azadiya derbirînê nêrînê û ragihandinê beşek e ji şûnasa me û em dê berdewam bin li ser berevanîkirina li wê weke yek ji nirxên me yên serekî.”

Konsulxaneya Amerîkayê herwiha diyar kiriye: “Em dê berdewam bin li ser tekezkirina li ser girîngiya rêkarên yasayî û serweriya yasayê û hebûna parêzeran. Bendewariya me ji hikûmetên xwecihî yên li seranserê cîhanê ev e ku rêzê li karê dîplomatên amerîkî bigirin, ku her weke rojnamevanan li gel xelkên corbicor kom dibin jibo ku bikarin karên xwe pêk bînin. Em jî bi heman awayê ew rêza ku çaverê dikin, serederiyê li gel wna dîplomatên biyanî dikin ku li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kar dikin, li gel nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.”

Têkildarî heman mijarê, Konsulxaneya Almanyayê jî helwêsta xwe bi rêya peyamekê li ser twitterê aşkere kir û ragihand, ew ji biryara Dadgeha Pêdaçûnê ya “derbarê 5 rojnamevan û çalakvanan de” dilgiran in û daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê dike ku “desthilatên xwe bikar bîne û biryara lêborînê ji bo wan derxe.”

Konsulxaneya Almanya herweha dibêje: “Têgihîştin ji biryara Dadgehê asan nîne, bêyî hebûna belgeyeke zelal ji bo tawanekê ku cezakirinê heq bike.”

Di twitteke din de, Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê diyar dike: Pevguherîna azadane ya raman û nêrînan li gel rojnamevanan û çalakvanan beşek e ji karê rojane yê dîplomatan û herwiha karê rojane yê konsulxaneya giştî jî. Biryara îro ya dadgehê bê wate ye û berovajiyê rihê pêwendiyên dostane û nêzîk ên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê ye.

Pêştir parêzerên tometbaran jî biryara dadgehê red kiribûn û daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn, ku lîborîna giştî bo wan derbixe.

Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê di biryara xwe ya 28ê Nîsanê de cezayê şeş sal zindanê bi ser pênc kesên ji devera Behdînanê de, yên bi navê Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa MIhemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd de ferz kir.

Ew pênc kes bi hewldana jibo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê, hebûna pêwendiyên li gel komên çekdar, hewldan bo bidestxistina zanyariyan li ser saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê û dayîna wan zanyariyan bi aliyê derve  hatine tometbarkirin.

Di beşeke biryara dadgehê de tê gotin, ku wan kesan “pêwendî li gel konsulxaneyên Amerîka û Almanyayê hebûne û pere ji wan wergirtine. Bi îtîrafên tometbaran bi xwe û jibo pêkanîna armancên xwe yên têkderane, pêwendiyên nerewa li gel kesên biyanî de hebûne.”

Herwiha di biryarê de hatiye gotin, ew kesên cezakirî “li hoteleke bajarê Hewlêrê li gel Konsulê Almanyayê civiyane.”