Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de rakirina parêzbendiya hejmarek parlamenterên ji fraksyonên cuda ve xiste dengdanê û di encamê de parêzbendiya li ser parlamenterê Komela Îslamî, Soran Omer hat rakirin.
Di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de 58 parlamenter amade bûn û civîn derbarê rakirina parêzbendiya li ser 4 parlamenterên ji fraksyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî bû.
Li ser dozên ku li dijî wan hatine tomarkirin û li ser daxwaza Serdozgerê Giştî yê Herêma Kurdistanê, dihat xwastin ku parêzbendiyên ji fraksyona PDK, Omêd Xoşnaw, ji Goranê herdu parlamenter Elî Heme Salih û Şîrîn Emîn û ji Fraksyona Komela Îslamî jî Soran Omer bêne rakirin.
Mijara rakirina parêzbendiya her çar parlamenteran di civîan îro de kete dengdanê û di encamê de bi 57 dengên Erê, parêzbendî li ser parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Soran Omer hat rakirin.
Herwiha ji bo rakirina parêzbendiya herdu parlamenterên Goranê, Elî Heme Salih û Şîrîn Emîn, tenê 4 parlamenteran deng dan.
Di civînê de herwiha tenê 3 kesan deng dane rakirina parêzbendiya parlamenterê PDKê, Omêd Xoşnaw.
Bi vî awayî, rakirina parêzbendiya herdu parlamenterên Goranê û parlamenterê PDKê dengê pêwîst neanî û tenê parêzbendî li ser parlamenterê Komela Îslamî, Soran Omer hat rakirin.
Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, fraksyonên PDK, Rafîdeyn, Geşepêdana Tirkmenî, Çaksaziya Tirkmenî, Gelê Kildan-Suryan-Aşûrî, Ermenî, Lîsta Millet, Eniya Tirkmenî û parlamenterê serbixwe Şadî Nezad beşdar bûn.
Fraksyonên Goran, YNK, Komel û hejmarek fraksyonên din beşdarî di civîna îro de nekirin û civîn baykot kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse