Li Şiyê çekdarên Emşat dest danîne ser mal û dukanên welatiyan

07-05-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurdistan Rojava Grûpa Emşat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Emşat, roja Sêşemê li nahiyeya Şiyê ya herêma Efrînê bi zorê hejmarek ji xelkê wê nahiyê ji mal û dukanên wan derxistine.

Li gor agahiyan, çekdarên wê grûpê piştre dest danîne ser mulkê wan welatiyan û mulkên wan bi kirê dane erebên ku ji deverên din ên Sûriyê li herêmê hatine bicihkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê navê 7 welatiyan belav kiriye, ku grûpa Emşat li nahiyeya Şiyê dest daniye ser mal û dikanên wan û bi kirê dane Ereban.

Herweha çekdarên Emşat baca bi zorê li ser cotkarên herêma Efrînê ferz kirin û kesên ku rezê wan ên tirî hene, divê ji sedî 15 ji berhemên xwe bidin wan çekdaran.

Grûpa çekdarî ya Emşat, yek ji grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike û piştî dagîrkirina Efrînê, li hin deverên wê herêma Rojavayê Kurdistanê bicih bûne û zordariyê li xelkê resen ên Efrînê ku Kurd in, dikin.

Fermandarê wê grûpê kesek bi navê Ebû Emşe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst