Ebdulkerîm Saroxan: Projeyeke nû li ber me ye

07-05-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ebdulkerîm Saroxan
Ebdulkerîm Saroxan
Nîşan Ebdulkerîm Saroxan PYD ENKS Rojava Kurd Kurdistan Amerîka Fransa
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi serpereştiya Amerîkayê hevdîtinên rasterast pêk tînin, li ser mijarên siyasî li hev kirin. Şêwirmendê PYDê jî dibêje, “Niha dema rêkeftinê ye ji ber ku xelk bi hewce ne, em li beramber projeyek nû ne ji bo sedsala bê."

Di şerê deverê de ne tenê 11 hezar kes hatin kuştin, 400 hezar Kurd jî di navxweya Rojavayê Kurdistanê de koçber in, bi zorê ji malên xwe derketine û pêwistiya wan bi rêkevtinekê heye da ku vegerin malên xwe, ji bo yekem car jî di elfebaya siyasî li deverê, herdû aliyên kurdî danûstandinên rasterast li ser axa Rojava dan destpêkirin.

Amerîka ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî li deverê ye, bi cûda, her yek ji PYD û ENKSê re civiya û reşnivîsek ji bo çawaniya birêvebirina deverê di encama wan civînan de amade kir û di civîneke hevbeş de arasteyî herdû aliyan kir.

Kawa Ezîzî, Endamê Encûmena Şêwirdarî ya PDK-Sê, dibêje, “Biryara siyasî ihtîkar kirine, biryara siyasî û abûrî û leşkerî û istiratîcî ihtîkar kirine, ev yek qebûl nabe divê lêvegerek siyasî hebe.”

Ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa Amerîkayî ku xalên wê gelek dişibin xalên rêkeftina Duhokê, heya niha herî kêm her du alî çar caran li bingeheke serbazî civiyan. Niha gotûbêj li ser yekalîkirina nêrîna siyasî tê kirin.

Ebdulkerîm Saroxan, Şêwirmendê PYD, “Niha dema rêkeftinê ye ji ber ku xelk bi hewce ne, em li beramber projeyek nû ne ji bo sed sala bê. Ji aliyê Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê ve projeyek nû li Rojhilata Navîn çê dikin. Eger em ne yek bin wê cihên me tune bin.”

Mijara ku herî zêde nakokî li ser heye, mana ENKSê di nava opozisyonê de ku PYD xwe bi xeta sêyem dide naskirin, lê ENKSê dibêje xeta sêyem li Sûriyê tune ye, herwiha mijara vegera pêşmergeyên Roj xaleke din ji nakokiyan e ku biryar e di rojên bê de gotûbêj li ser wan bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Rihayê xwişk û bira di çem de xeniqîn / Wêne: Arşîv

Li Rihayê xwişk û bira di çem de xeniqîn

Li navçeya Sêweregê ya Rihayê xwişk û birayê biçûk ji bo ku honik bibin, ketin çem û tê de xeniqîn