Li Rojhilatê Kurdistanê sê xwendekarên keç hewl dan xwe bikujin

07-05-2018
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Întîxar Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeta Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, sê xwendekarên keç di yek demê de hewl didin xwe bikujin, wate întîxar bikin.

 

Hersê keç ku li polê yekê ya navendî dixwînin, bihev re biryar didin hebên birinc bixwin ku gelekî bijehr e û dawî li jiyana xwe bînin. Yek ji keçikan yekser canê xwe ji dest dide, yek li nexweşxaneyê di komayê de ye û ya din jî di kêliya dawî de poşman bûye û heb nexwariye.


Di van salên borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwekuştin an întîxarkirin di nav xwendekaran de zêde bûye û nûçeya xwekuştina van hersê keçên Nexede jî li nav torên civakî deng veda.


Karbidestekî Perwerdeya Parêzgeha Urmiyê jî ligel piştrastkirina nûçeyê, dibêje ku eger wan keçan li nav dibistanê ev karê han bikira wê demê divabû perwerde bersiv bide ka sedem çi bûye, lê buyer li derveyî dibistanê qewimiye.


Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi wan hersê xwedekarên keç xwestine întîxar bikin û ti daxwiyaniyên fermî jî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst