VÎDEO – Termên Egîd, Rojda û Arsîn dibin Rojavayê Kurdistanê

07-05-2017
RÛDAW
Zarokên ku di nav ava rûbarê Mawanê de xeniqîne.
Zarokên ku di nav ava rûbarê Mawanê de xeniqîne.
Nîşan Kurdistan Zarok Rûbarê Mawan Xeniqîn Egîd Rojda Arsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Termên 3 zarokên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ku di rûbareke navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de xeniqîbûn, ji bo Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin.

 

 

Li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, duh şembiyê 4 zarokên koçber ên ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê xeniqîbûn.

 

Dema ku çend koçberên Rojavayê Kurdistanê dixwestin bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, 2 xûşk û birayek û zarokek ji malbateke din, yanî bi giştî 4 zarok di nav ava rûbarê Mawan de xeniqîn.

 

3 ji zarokên xeniqî, endamên malbatekê ne û temenê wan di navbera 3 heta 12 saliyê de ye.

 

Bavê wan zarokan, navê wî Azad Newaf Silêman e ku xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, û dema 3 salan e ku li Başûrê Kurdistanê dijî.

 

Zarokên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, ev in: Egîd 12 salî, Rojda 10 salî, Arsîn jî 3 salî.

 

Dîmenên vîdyoyî yên ketina zarokekî di nava ava rûbar de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, ku ev video ji aliyê koçberekî Rojavayê Kurdistanê li ser rûbarê Mawanê hatiye kişandin.

 

Termê zarokek din jî ku ji malbateke din e, hêj nehatiye dîtin.

 

Biryar e termên her 3 zarokan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin şandin û li bajarê Dirbesiyê bi axê werin spartin.

 

Dayîka 3 zarokên xeniqî ya bi navê Nûra duh derengiya şev ji Rûdawê re ragihandiye, ku wê zarokên xwe ji bo dermankirinê derbasî Bakurê Kurdistanê kirin, lê dema ew derbas dibin leşkerên Tirkiyê wan bi zorê vedigerînin û dema hewl didin rûbarî Mawanê derbas bikin, zarokên wê dixeniqin.

 

Rûbarê Mawan li sînorê bajarokê Pîranê yê ser bi navçeya Mêrgesorê ve ye, ku dikeve ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê.

 

Pêştir jî çendîn kesên din di nava heman rûbarê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst