Fisteqên Sêrtê dibe marka

Navenda Nûçeyan – Fisteqên Sêrtê dê bi saya dezgehên modern ên li bajêrî bêne avakirin bibe marka.

 

Di çarçoveya projeya Wezareta Pişesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de Yekîtiya Hinardekarên Fisteqên Sêrtê beriya 2 salan li Herêma Pişesaziya Sêrtê dest bi çêkirina Tesîsa Entegrekirina Fisteqên Sertê kiribû, ew tesîs dê di meha bê de bidawî bibe.

 

Tevahiya tesîsa navborî ji 35 hezar metre çargoşe pêk tê û 12 hezar metre çargoşe ji tesîsê serê wê dê girtibe. Di destpêk estpêkakes dê tê de kar bikin û piştre ew hejmar dê bê zêdekirin.

 

Hat ragihandin ku 43 milyon lireyî Tirkiyê dê ji bo tesîsa navborî bê xerckirin.

 

Serokê Yekîtiya Hinardekarên Fisteqên Sêrtê Şuayip Aslan diyar kir ku di sala 2002yê de li Sêrtê 2,5 milyon darên fisteqan hebû lê niha bi saya projeyan ew reje gihîştiye 19 milyon darên fisteqan.