Pêşangeha xwendin û xwendina bilind li Zanîngeha Dihokê birêve çû

 

Dihok (Rûdaw)- Li zanîngeh Dihokê pêşangaheke navdewletî bo xwendin û xwendina bilind ji aliyê Navenda Lano ve hat vekirin.

Mebesta vê pêşangehê pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo xwendekaran e bi rêya danasîna xwendekaran bi xwendia li zanîngehên taybet ên navdewletî.

Di vê bare de Rêveberê Navenda Lano, Aştî Elaedîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Nêzîk 6 hezar xwendekar serdana vê pêşangeha me kirine.

xwendekarên zanîngehê serdana pêşangehê dikin da pirsiyarên xwe bikin û  bizanin çi derfetên wan hene bo xwendina bilind li  zanîngehên welatê Ewropa û Amrîka yê.”

Herwiha navborî amajer kir ku pêşangehên ku ew vedikin tenê çend demjimêran berdewam dikin.

Di vê pêşangehê de nûnerên 8 zanîngehan hebûn ku bersiva pirsên xwendekaran didan, di nav wan de jî nênerên zanîngehên Malîziyayê jî hebûn.