Feysel Yûsif: YPGê em 20 deqeyan rawestandin

Imer Kalo

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku hin endamên Desteya Bilind ya Kurd (DBK) jî di nav de bûn, dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê YPG ve hatin rawestandin.

Berpirsekî PYDê jî diyar kir ku YPGê ji bo parastina Rojava hatiye avakirin û hewce nake bûyera kontrolkirinê were mezinkirin.

Şanda ENKSê, 26ê nîsane hat bajarê Hewlêrê û 2 caran digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû. ENKSê di civînên xwe yên taybet de biryar dan ku hêzeke hevpar li Rojava bê avakirin.

Endamê DBKê Feysel Yûsif ji Rûdawê re wiha got: “Piştî ku şanda me deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de li navçeya Sêmalka bi derdora 1 km derbas kir, hêzeke şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ew rawestandin.”

Yûsif diyar kir ku YPGê ew derdora 20 deqeyan rawestandin û pasa ku ew rakiribûn pişkinîn kirin.

Feysel Yûsif di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Dema me ji hêza YPGê re got, em berpirsên ENKSê û DBKê ne, di bersivê de gotin ku ew wan nas dikin, lê ferman bi wan re heye ku pasê pişkinîn bikin.”

Yûsif bal kişand ku ew karê YPGê xizmeta berjewendiya DBK û miletê kurd li Rojava nake û got: “Ev karê YPGê nîşaneke ew ji bilî biryara xwe, kesekî din napejirînin û rêza kesî nagrin.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Başûrê Kurdistanê Cafer Henan Ekaş derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand: “Agahiyên me li ser bûyerê nine.”

Ekaş got, “Haya me jê nîne bûyer çawa çê bûye, em rastiya wê nizanin. YPGê fermanên xwe ji PYDê nastîne, ew hêzeke leşkerî ya serbixwe ye û fermanên xwe ji fermandarên xwe distîn.”

Nûnerê PYDê Cafer Henan wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar daye ku hêzeke leşkerî li hember YPGê ava bike û dibe ku ew bûyer girêdayî wê biryarê be. Lê li dawiyê ew bûyer karekî normal  û asayî ye.”