HPG: Vekişîn ji sibe û şûnde dest pê dike

07-05-2013
RÛDAW
Nîşan HPG KCK PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê vekişîna gerîlayan a derveyî sînor de daxuyaniyek da. HPG’ê da zanîn ku piştî banga Ocalan a di Newroza Amedê de biryara agirbestê ya ji 23’ê Adarê şûnde kete meryetê ji aliyê tevgera wan ve bi raya giştî re hat parvekirin. HPGê wiha got: “Hêzên me yên gerîla li ser banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan ligel şert û mercên dijwar yên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikevin nava tevgerê.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Dîsa daxwaza Rêber Apo ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya wek vekişîna derveyî sînor ji aliyê tevgera me ve hat nirxandin û biryara vekişînê hat dayîn. Ev biryar ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve di 25’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh ji rayagiştî re hat eşkerekirin.”

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gerîlayên me bi biryara ku tevgera me li ser esasa banga Serokatiyê de girt, bi serkeftinê xistiye pratîka xwe. Ligel vê HPG’ê nîqaşên berfireh meşandine û pêvajoya amadekariyê meşandin.  Amadekariya vekişîna gerîlayan a derveyî sînor hatiye asteke girîng.  Êdî ji bo ku vekişîna gerîlayan bi serkeftî temam bibe û rê li ber provakasyona venebe, nîqaş hatine meşandin, plansaziyeke berfireh û di esasê rêxistinbûnê de sererastkirin û pozîsyon hatiye girtin.”

Di berdewama daxuyaniya HPGê de wiha hat gotin: “Hêzên me yên gerîla li sre banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan ligel şert û mercên dijwar yên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê.  Hêzên me yên vedikişin dê bên Qadên Parastina Medya ya Başûrê Kurdistanê. Tê hedefkirin ku komên me yên yekemîn dê di nava hefteyekê de bigihin Qadên Parastina Medya. Ev pêvajo dê bi awayekî rêxistinkirî û plankirî bimeşe. Di vê wateyê de ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe, em diyar dikin ku emê li gorî 6 xalên ku Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kiriye û hişyariya Serok Apo diyar kirine tevbigerin.”

HPG’ê destnîşan kir ku, hewldanên yek alî ji bo serkeftinê têr nake û wiha got: “Bi taybet bi destpêkirina pêvajoya agirbestê li Bakûrê Kurdistanê çêkirina bendav û qerekolan roleke astengdar dilîze.  Keşfkirina wesayîtên hewayî yên bê mirov, vekişîna gerîlayan dereng dixîne, operasyonên leşkerî û sewqiyata leşkerî bandorek neyînî li ser pêvajoyê dike. Ji bo hêzên me yên gerîla pevajoya vekişînê bi tempoyeke lezgîn pêk bîne, divê hemû faliyetên ku me anîn ziman bê rawestandin û ev gelek girînge.”

Di dawiya daxuyaniya HPGê de wiha tê gotin: “Em wek HPG’ê di 8’ê Gulana 2013’an de ji bo ku pêvajoya vekişînê bi serkeftinê temam bibe, çi bikeve ser milê me, emê bikin.  Herwiha ji bo ev pêvajo bigihêje serkeftinê, divê gelê me û rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya demokratîk rola xwe bilîze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst