PWK: Divê Berdevkê PCSyê demildest bê berdan

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ferîd Azad Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku divê Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad demildest bê berdan.

Polîsan îro li Amedê bi ser mala Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad girt û polîsan ew desteser kir.

Li gorî agahiyan Ferîd Azad bi hinceta propagandaya rêxistinê hatiye desteserkirin.

Evîn Azada hevjîna Ferîd Azad li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, "Polîs niha dîsa hatin ji malê hevjînê min Ferîd Azad birin qereqolê."

Her wiha Evîn Azadê da zanîn ku ji bo îfadeyê gazî hevalekî wan jî kiriye.

Buroya Ragehandinê ya PWKyê derbarê desteserkirin Ferîd Azad daxuyaniyek da.

PWKyê desteserkirina Ferîd Azad şermezar kir û got, “Divê demildest bê berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst