Li Rihayê qezaya trafîkê: 8 birîndar

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li Kolana Akçakaleyê ya navçeya Eyyubiyê îro otomobîla şofêrê wê M.K. û otomobîla şofêrê wê S.K. li hev qelibîn.

Di encama qezayê de her du şofêr û 6 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst