Serma vedigere: 'Tedbîrên pêwîst wergirin'

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ragihand li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê ji roja Îniyê û pê ve germahiya hewayê di navbera 4 û 6 pileyan de dadikeve bin asta demsalê.
Rêveberiya Herêma 15emîn a Saziya Keşnasiyê ragihand, li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê germahiya hewayê ji 11ê Nîsanê û pê ve di navbera 4 û 6 pileyan da dadikeve û hewa sar dibe.
Li van bajaran tê payîn ku hewa sar bibe û germahiya hewayê li Amedê bibe 3 pile, li Rihayê 6 pile, li Mêrdînê 5 pile, li Êlihê 3 pile, li Sêrtê 7 pile û li Şirnexê 6 pile be.
Herwiha li van bajaran roja Şemiyê 12ê Nîsanê baran û şilî dest pê dike.
Li aliyê din ji welatiyan hat xwestin ku dijî îtîmala lehî, bahoz, birûsk û zîpikê û li herêmên bilind jî ji bo qeşayê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
Her wiha Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Tirkiyeyê jî ji ber îhtimala bandorên neyînî yên keşûhewayê ji cotkaran xwe ku tedbîrên xwe wergirin.