Li Sêwazê qeza: 3 kes birîndar bûn

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê di bûyereke trafîkê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya sereke ya Sêwaz-Erzinganê du otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Van rojan bi taybet bi destpêkirina betlaneya 9 rojî ya cejna Remezanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistan qeza zêde bûne.

Heta niha 9 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 47 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di roja yekem a bêhnvedana Cejna Remezanê de 651 bûyerên trafîkê çêbûne û 9 kesan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst