Di meha Nîsanê de jî li Qersê barîna berfê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê di meha Nîsanê de jî barîna berfê berdewam e.

Herwiha rêya navbera Qers û navçeya Gole ya Erdexanê ji çûn û hatinê re hat vekirin.

Rêya navbera navçeya Selimê ya Qersê û navçeya Gole ya Erdexanê ji ber berfa zêde di meha Kanûna Pêşîna sala borî de hatibû girtin ku sitûriya berfê zêdeyî 5 metreyan e.

Li aliyê din tîmên ser bi Rêveberiya Rêyên Bejayî yên parêzgehê demek e dest bi kar û xebata paqijkirina berfê kiribûn û piştî hefteyekê 7ê Nîsanê rê hat vekirin.

Ligel vê yekê tîmên berpirs hişyarî da ku ji ber barîna berfê berdewam dike divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin û şofêr baldar bin.