Li sînorê Rojavayê Kurdistanê teqîn: 2 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê El Raiyê yê bakurê Helebê, otombîleke bombekirî teqiya û 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li ser rêya serekî ya El Raî û El Babê otomobîleke bombekirî bi koma çekdarên “Lîwa Semerqend” a ser bi mixalefeta Sûriyeyê ve teqiya.
Li gorî zanyariyan, di encama teqînê de 2 çekdarên wê koma hatin kuştin û çekdarek jî birîndar bû.
Bajarokê El Raiyê ku wekî Çobanbeylî jî tê naskirin, li hemberî navçeya Elbeylî ya bajarê Kîlîsa Bakurê Kurdistanê ye.
Bajarokên El Bab û El Raîyê yên Helebê di bin kontrola komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de ne.