Li sînorê Rojavayê Kurdistanê teqîn: 2 kes hatin kuştin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan El Raî Heleb Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê El Raiyê yê bakurê Helebê, otombîleke bombekirî teqiya û 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya serekî ya El Raî û El Babê otomobîleke bombekirî bi koma çekdarên “Lîwa Semerqend” a ser bi mixalefeta Sûriyeyê ve teqiya.

Li gorî zanyariyan, di encama teqînê de 2 çekdarên wê koma hatin kuştin û çekdarek jî birîndar bû.

Bajarokê El Raiyê ku wekî Çobanbeylî jî tê naskirin, li hemberî navçeya Elbeylî ya bajarê Kîlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Bajarokên El Bab û El Raîyê yên Helebê di bin kontrola komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst