Li Norşînê nerazîbûna hilbijartinan: 14 kes hatin desteserkirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Norşîn DEM Partî AK Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê alîgirên DEM Partiyê û Partiya Yenîden Refahê xwest daxuyaniyekê bidin lê polîsan midaxele kir û 14 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Bedlîsê 6ê Nîsanê li navçeya Norşînê ya Bedlîsê alîgirên DEM Partiyê ji bo protestokirina encamên hilbijartinên 31ê Adarê daxuyaniyek daye.

Piştî vê yekê endamên Partiya Yenîden Refahê jî li pêşiya Navenda Koordînasyona Hilbijartinan a navçeyê civiyan e.

Polîsan midaxele kiriye û di encamê de 14 kes hatine desteserkirin û di aloziyan de 5 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Parêzgarê Bedlîsê de hat gotin:

“Xwepêşanderan rêya Mûşê bi konteynerên zibilê girtin û agir berdan wê derê. Herwiha wan xwest ber bi qaymeqamtiyê û avahiya şaredariyê bimeşin.

Camên avahiya şaredariyê hatine şikandin û wan kevir avêtin polîsan. Ji ber vê yekê polîsan midaxeleyî xwepêşanderan kiriye û di encamê de 14 kes hatine desteserkirin.

Di van bûyeran de Rêveberê Ewlehiyê yê navçeyê û 5 endamên hêza ewlehiyê jî birîndar bûne.”

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê li navçeya Norşînê li ser nerazîbûna DEM Partî û AK Partiyê deng careke din hatin hilbijartin û berbijêrê AK Partiyê Eşref Mutlu bû serokê şaredariyê.

Dengên berbijêrê Partiya Yenîden Refahê jî tenê 16 deng kêm in û ev yek jî bûye sedema nerazîbûnê.

Encamên hilbijartinên 31ê Adarê yên Norşînê:

AK Partî: 4 hezar û 313 deng

Partiya Yenîden Refahê: 4 hezar û 297 deng

DEM Partî: 4 hezar û 221 deng

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst