Li Firokexaneya Silêmaniyê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand, li Firokexaneya Silêmaniyê teqînek rû daye û ziyaneke canî çênebûye lê agir bi derdorê ketiye û di demeke kurt de hatiye vemirandin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê îro Înê 7ê Nîsana 2023an de di daxuyaniyekê de ragihand ku li Firokexaneya Silêmaniyê teqînek rû daye û hêzên wan li ser bûyerê lêkolînê dikin.

Asayîşa Silêmaniyê hişyariyê dide welatî û geştiyaran ku ti pirsgirêk li firokexaneyê nînin û geşt û karûbarên firokexaneyê bi awayekî asayî birêve diçin.

Daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê:

“Îro di demjimêr 16:18an de teqînek li nêzîkî têlbenda Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da ku ti ziyanên canî çênebûn lê şewat derket, tîmên berevaniya sivîl a firokexaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.

Hêzên me niha li ser bûyerê lêkolînê dikin û dê di demên pêş de zanyariyên zêdetir bidin.

Em welatiyan û geştiyaran agahdar dikin ku ti pirsgirêk li firokexaneyê nînin û geştên asmanî û karûbarên firokexaneyê wek her carê bi awayekî asayî birêve diçin.

Rêveberiya Asayîşê

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê