Bihabûna pîvazan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû rojev

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê di van rojên dawî de mijareke germ ji bo xelkî bihayê pîvazan e. Mijar li ser torên civakî jî bûye cihê henekan ji ber ku li Tirkiyê kiloyeke pîvazan gehişte 30 lîreyan. Beriya remezanê li marketan pîvaz bi 10 lîreyan li bazaran bi 7 lîreyan bû niha li marketan 30 lîreyan li bazaran jî yek kîloya pîvazan 25 lîreya ne.

Li Tirkiyê ji destpêka meha remezanê heta niha yek ji berhemê ku herî zêde bihayê wê zêde bûye pîvaz e, kîloyeke pîvazê ku beriya remezanê derdora 10 heta 11 lîreyan bû niha li nav bazaran bi 25 li marketan de jî nêzîkî bi 30 lîreyan e.

Firoşkar Abdurrahman Saglam got “Berhem kêm bû û roj bi roj biha bilind bû, çiqa berhem kêm dibe biha jî bilind dibin, em 20 lîreyan dikirin û 25 lîreyan jî difiroşin.”

Li gorî  firoşkarên li nav bazaran sedeme sereke ya bilindbûna bihayê pîvazan kêmbûna berhem û xercên zêde ne û eger li nav bazaran berhem zêde bibe dê biha jî dakeve.

Komisyoncî Dogan Daşdelen dibêje “Çandin gellek kêm e, cotkar çandinê nakin û berhem tine, dewlet alikariya mazotê û xercên din dide cotkaran lê cotkar li beramber wê yekê çandiniyê nakin û dewlet jî naşopîne, madem dewlet alikariyê dide cotkaran pêwîste ew jî biçînin.”

Bilindbûna bihayê pîvazan di rojeve xelkî de jî cihekî berfireh digire, piraniya hemwelatiyan ji ber rewşê gazindeyan dikin .

Xanenişîn Sabîhe Akalin anî ziman “Pîvaz gellek giran in, min 25 lîre dane kiloyeke pîvazan ji bo me gellek zehmet e, ji xwe goşt û şîr û penîr em nikarin bistînin mabû pîvaz êdî em nikarin pîvazan jî bistînin.”

Akademisyenê xanenişîn Sabri Demir ragihand “Êdî gotin bêfeyde ye, tiştê bê gotin nema êdî lazim e tiştekî din bê kirin ew jî ew e ku pêwîste xelk êdî dakeve kolanan, bila hindek li ser rewşa vî xelkî bifikirin.”

Kabaniya malê Melîha Tezkan diyar kir “Em du kes in, ez  bi 100 lîreyan hatime nav bazarê nikarim pêdiviyên du kesan bikirim, li hemû bazarê geriyam ji 25 lîreyan erzantir pîvaz tine.”

Li gorî amarên îdareya berhemên çandinê sala 2022ê çandina  berhemê pîvazan 6 ji sedî kêm bûye û ew jî dibe sedem ku bi taybetî demên li nav bazaran berhem kêm bimîne biha jî zêde bibin.