Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de got, “Em dilgiraniya xwe li ser êrîşa li Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê tînin ziman. Ev rewşa metirsîdar encama dagirkirina saziyên hikûmetê û bikaranîna wan ji bo karên neqanûnî derketiye holê.”

Rêveberiya Asayîşa Firokexaneya Silêmaniyê îro Înê ragihand ku teqînek li nêzîkî têlbendên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû daye ku ti ziyanên canî çênebûne lê şewat derketiye, tîmên berevaniya sivîl a firokexaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.”

Asayîşa Silêmaniyê ragihand, hêzên wan li ser teqîna di demjimêr 16:18an de lêkolînê dikin û dê di demên pêş de zanyariyên zêdetir belav bikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyê de behsa wê yekê kir û got, “Em dilgiraniya xwe li ser êrîşa li Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê tînin ziman. Ev rewşa metirsîdar encama dagirkirina saziyên hikûmetê û bikaranîna wan ji bo karên neqanûnî derketiye holê.”

Cotyar Adil got, “Reftara partiyeke otorîter li Silêmaniyê bû sedema girtina qada esmanî ya Tirkiyê li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê were girtin û piştre êrîş bê kirin, di encamê de jî welatiyên me yên li herêmê baca xeletiyên wê didin.”

Cotyar Adil her wiha anî ziman, “Divê dawî li van kiryarên nerewa bê û desthilata hikûmetê bê vegerandin û rêveberiyeke ku layiqî xelkê Silêmaniyê ye û di xizmeta gel û berjewendiyên wan de be bê cibicîkirin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî jî di daxuyaniyekê de got, “Em bi tundî êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê şermezar dikin. Armanckirina firokexaneyeke sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê ye, geşkirineke metirsîdar e li ser jiyana welatiyên Kurdistanê.”

Qûbad Talebanî di bersiva Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, “Cotyar Adil ne berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û tenê nûnertiya partiyekê dike ku di nav hikûmetê de ye. Ew nikare bi navê tevahiya hikûmetê biaxive û em daxuyaniya wî ya dawî şermezar dikin.”