Armanca teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî bûye

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro danê êvarê wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê hatin belavkirin, berpirsên firokexaneyê û berpirsên asayîşê ragihandin, “Tiştek neqewimî û agireke normal bû.” Piştre hate diyarkirin ku êrîşeke dronî pêk hatiye. Çend medyayên biyanî ragihandin ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê bûye, du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê guleya hişyariyê li nêzîkî helîkoptera wî dane. Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandarê Giştî yê HSDê rizgar bûye û vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.

Îro Înê 7ê Nîsana 2023an wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Rêveberê Ragihandinê ya Firokexaneya Silêmaniyê Dana Mihemed diyar kir ew nûçeyên derbarê bombebaran û teqînên li ser firokexaneyê red dikin. Ji aliyê din ve Rêveberê Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê Xalid Mawetî ji Rûdawê re ragihand, ew ji ti bûyeran nehatine agahdarkirin.

Her wiha hin medyayên biyanî ragihandin ku du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê êrîşeke hişyariyê li nêzîkî helîkoptera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kirine lê ti çavkaniyeke fermî ev agahî piştrast nekirine.

Paşê Asayîşa Silêmaniyê bêyî ku cure û armanca wê diyar bike, ragihand ku teqînek rû daye.

Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Îro di demjimêr 16:18an de teqînek li nêzîkî têlbenda Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da ku ti ziyanên canî çênebûn lê şewat derket, tîmên berevaniya sivîl a firokexaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê ku çend çavkaniyên cuda wergirtiye armanca êrîşê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bûye lê ew û tîma xwe rizgar bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Mazlûm Ebdî niha vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.

Bûyer di demekê de ye ku Tirkiyê ji 3ê Nîsanê ve heta meha Mijdarê hemû geştên ji bo Firokexaneya Silêmanî rawestand. Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derva ya Tirkiyê Tanju Bilgiç, “Ev biryar ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê yên li Silêmaniyê, ketina rêxistinê ya li balafirgehê hat dayîn ku bi vî awayî ewlehiya firînên balafiran tehdîd dike.”

Biryara Tirkiyê ya qedexekirina geştên esmanî yên ji bo Silêmaniyê piştî wê yekê hat ku di meha Adarê de paşmayiyên helîkoptereke ketî li nêzîkî gundê Bêrkiyat a li navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê hat dîtin. Piştî 2 rojan HSDê di daxuyaniyekê de got, “2 helîkopter ketin û 9 şervanên me şehîd bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst