Li Hewlêrê şerê 2 malbatan: Kuştî û birîndar hene

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Xebat Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xebatê a Hewlêrê di navbera 2 malbatan de şerê çekdarî derket. Qaymeqama Xebatê da zanîn ku di şer de kesek hatiye kuştin.

Li navçeya Xebatê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve îro Înê 7ê Nîsana 2023an şerekî çekdarî di navbera 2 malbatan de rû da. Qaymeqama Xebatê Kwêstan Ehmed ji Rûdawê re ragihand, danê sibê di navbera du malbatan de nîqaş derket û danê êvarê veguherî şerê çekdarî.

Kwêstan Ehmed da zanîn ku di şer de Herêm Mihemed Kerîm ê ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Qaymeqama Xebatê da zanîn ku şerê di navbera her du aliyan de rawestiyaye û hêzên ewlehiyê û polîs li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Li gorî agahiyên Rûdawê, pirsgirêk li ser danûstandina di navbera du kesan de dest pê kiriye.

Li gor zanyariyên Polîsê Herêma Kurdistanê di sala borî de li Herêma Kurdistanê 455 haletên kuştina rasterast, bi şaşî û xwekuştinê hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst