Li Dîlokê pevçûn: 1 jê polîs 2 kes hatin kuştin

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Pevçûna Malbatan Polîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 1 jê polîs 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan şeva borî li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ve ji ber sedemeke nehatiye zanîn şerê bi çekan çêbûye û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê.

Li gor lêkolînê kesên bi navê Mehmet Ali Kuş ê 35 salî û Ali Çekiç yê 22 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne. Her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Piştî bûyerê polîsên taybet li herêmê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û hatiye zanîn ku yek kesê ku hatiye kuştin li Rêveberiya Emnî ya Şahinbeyê polîs bûye û wê demê ne li ser kar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst