Li Amedê gule li klînîkeke diranan reşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê doh êvarê ji aliyê kesekî nenas ve gule li klînîkeke diranan hate reşandin.

Li gor zanyariyan êrîş li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê li ser klînekeke girtî hatiye kirin.

Êrîşkarê ku 8 gule li klînîkê reşandiye di nava kolanan de şopa xwe daye wendakirin û reviyaye.

Piştî gulereşandinê, xwediyê klînîkê di demeke kurt de gihîştiye cihê karê xwe û da zanîn ku 6 gule li cama klînîka wî ketine.

Piştî agahdarkirinê, hêzên ewlehiyê jî çûne cihê bûyerê û dest bi lêgerîna êrîşkar kirin.

Hokarê teqekirina kesê êrîşkar li klînîkê nehatiye zanîn.

Li gor agahiyan kesê êrîşkar heta niha nehatiye desteserkirin.