Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi hinceta ku mêrek keçeke 12 salî tacîz kiriye û destdirêjî kiriye, ji aliyê ciwanên wê taxê ve rastê êrîşê hat. Êrîşkaran bi kêran ew kes birîndar kirin û bi birîndarî û lêdanê di nava kuçe û kolanên Amedê de gerandin. Ew kes di encama êrîşê de hate kuştin. Lê paşê derkete holê ku kesê ew keçika 12 salî tacîz kiriye ne ew e. Kesek bê sûc û guneh bi awayeke hovane hate kuştin.
Ergun Aslan û êrîşkar çawa rastê hev hatine û êrîş çawa dest pê kiriye, hêj weke kîtekît û hûrgilî nayê zanîn. Lê hejmara êrîşkaran ji 10î zêdetir bûye. Pêşî ew kêr kirine û paşê jî bi birîndarî û lêdanê di nava taxa Mêrgehmeda Sûrê de gerandine.
Piştî bûyerê polîsan bi hinceta mêrkuştinê dest bi lêpirsînê kir û 3 kes hatin zindankirin. Rastiya bûyerê jî ew çax ronî bû. Lewre keçika ku rastê destdirêjiyê hatiye di îfadeya xwe de dibêje kesê ku destdirêjî kiriye ne Ergun Aslan e.
Dayika Ergun Aslan, Zibeyde Aslan dibêje: “Lawê min bê sûc û bê xeta bû. Ne mirovekî wisa bû. Di hedê xwe de bû û semyanê mala min bû. Çawa ji malê derket, xeber ji min re hat, ez ketim komayê. Ez îdam dixwazim. Îdam, îdam, îdam.”
Li gorî malbatê Ergun Aslan ew roj ji bo kirîna ava sûsê çûbû Sûrê. Di şûna ava sûsê de xebera kuştina wî hatibû. Der û cîran jî li hemberî vê îdiayê û kuştina wî heyirî mabûn.
Cîrana malbatê Fîkriye Ay jî got: “Tiştekî wisa nekiriye. Hejde sal in cîranê min e. Kesek bi edeb bû. Xwedê heqê wî nehêle.”
Çîroka Ergun Aslan gelek balkêş û bi êş e. Ew 20 sal berê zewiciye. Lê zarokên wî çênebûne. Ji ber vê yekê jî ji zarokan pir hez dikir. Carna bi hezkirina biraziyên xwe û carna jî bi hezkirina kuçik û pisîkan rehma dilê xwe dida der.
Hevjîna wî Ezîze Aslan jî got: “Nimêja xwe ya nîvro kir. Jixwe tim li xwarê bû. Got ez diçim şerbet distînim. Li Sûrê xwedê dabû. Her roj diçû Sûrê. Edaletê dixwazim. Ev sê roj in ez ranazêm.”
Malbat dixwaze hemû kesên ku tiliya wan di vê êrîşê de hene bêne zindankirin û çîroka wan ji bo gelek kesan bibe derseke mezin. Da ku careke din kesên bê guneh neyêne kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse