Zuhabûn û hişkesalî bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatiye

07-04-2021
RÛDAW
Zuhabûn û hikşkesalî bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatiye
Zuhabûn û hikşkesalî bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatiye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hişkesalî Baran Zuhabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmasiya baranê metirsa zuhabûn û hikşkesalî detspê kiriye.

Welatî ketine tirsa wê yekê ku êdî debara jiyana wan, bi ser ku berê gelekî zhmet e, êdî aloztir û zehmetir bibe.

Beşekî mezin ji welatiyan, bi taybetî cotkar, gazinê ji vê rewşê dikin û dengê xwe digihînin aliyên pêwendîdar ku çareyekê ji wan re bibînin.

Ehmed Cûma ji ber nebarîna barênê dibêje “Ji ber baran nebariyayê genimê me hemû hişk bûn. Em li erdê mane kes li halê me napirse.”

Zuhabûna salê bandoreke mezin li ser xelkê kiriye û ew bandor wê berdewam bibe, ku bi sedema wê yekê, ew bê hêvî bûne, lewma jî cotkaran pez berdane nav zeviyên xwe yên çandiniyê.

Cotkarê bi navê Yasir Ehmed di derbarê rewşê de dibêje "Îsal mûsim nîne, aniha hemû cot dikin, ji ber ku baran nîne. Tenê hinek baran hat.  Lewma jî xelk cot dikin û pez berdidine nav zeviyan. Ziyaneke mezin gihiştiye xelkê. Îsal bi yekcarî, tiştek ji çandiniyê nehat."

Berpirsên kerta çandiniyê jî tekez dikin ku ew metirsî heye. Nîşanê bi wê yekê jî didin ku bêhtir ew dikarin bi beşê çandiniya avî de alîkar bin, bi rêya erzankirina û peydakirina mazotê ji cotkaran re.

Endamê Rêveberiya Çandiniyê ya Qamişloyê Ebdulbaqî Mûsa jî dibêje “Bi rastî îsal rewşeke zehmet di ser çotkaran de derbas bûye. Ji ber ku îsal baran ne bariyaye, xeteriyeke gelek mezin heye. Wek plana zîraatê em giraniya xwe didin ser xwedî projeyan.”  

Zuhabûn û hişkesalî yek ji pirsgirêkên herî mezin e li ser debera jiyana welatiyan li Rojavayê Kurdistanê, ku li gorî gotina wan, pêwîstiya xelkê bi planeke serkeftî heye ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ku çareyekê yan alternatîvekê guncaw ji vê yekê re bibîne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst