Kovara ‘Kurde Çîrok’ derket

07-04-2021
RÛDAW
Kovara ‘Kurde Çîrok’ derket
Kovara ‘Kurde Çîrok’ derket
Nîşan Kurde Çîrok Kovarên Kurdî Xezal Retkanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê kovara bi navê `Kurde Çîrok` ku navê xwe kurte çîrokan wergirtiye bi Kurdî dest weşana xwe kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwendina pirtûkên Kurdî her ku diçe zêdetir dibe û curên pirtûkan jî zêde dibe. Di heman demê de kovarên bi zimanê Kurdî jî têne derxistin. Herî dawiyê li Amedê kovara bi navê `Kurde Çîrok` ku kovara çîrokên Kurdî ye, hatiye çapkirin.

Kovara `Kurde Çîrok` ji 24 rûpelan pêk tê ku gelek çîrok tê de hene û ji 3 mehan carek dê bê çapkirin.

Endama Lijneya Kovara `Kurde Çîrok` Xezal Retkanî di derbarê naverok û armanc kovarê de bersiva pirsên ji peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak da.

Endama Lijneya Kovarê Xezal Retkanî li ser armanca kovarê de got “Niha mirov berê xwe dide kovargeriya Kurdî tenê jo bo çîrokan ciheke wisa cudaw nîne. Ligel cureyên din me em çîrokan dibînin, ji ber wê yekê me vê pêwîstiyî dît.”

Xezal dibêje di wê kovarê de tenê çîrok hene û di heman demê de çîrokên cîhanê yên ku ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin jî tê de cih digrin.

Herwiha Xezal Retkanî ragihang ku nivîsên teoriyên li ser cîrokan jî di kovarê de cih digrin.

Di derbarê nivîskarên kovarê de Retkanî dibêje “Du sê nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê jî hene. Hevalên ku em bi hevre dixebitin ji Başûr e, ew jî bi wergera xwe ya ji Sornanî di vê hejmarê de cih digre. Em hewl didin sînoran ji navberê rakin ku Kurdên parçeyên din jî bi nivîs û çîrokên xwe bi me re bin.”

Li ser çapkirina kovarê bo Başûrê Kurdistanê jî Retkanî dibêje “Ji ber ku girseya xwendekarên ku ji çîrokên kovarê hez dikin jî li Başûr gelek in, dê kovar li Başûr jî  bi Kurmancî çap bibe û bê belavkirin.”

Xezal Retkanî di derbarê armanca xwîneran de jî got “Gelek nivîskarên navdar yên Kurd jî hene. Em dixwazin ev kovar bibe pencerek ji bo kesên ku nû dest bi nîvîsê kirine. Loma girseya me hem xwendevan hem yên ku nû dest bi çîrokan dikin hem jî yên ku nû dest bi nivîskarên Kurd yên herderî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst