Alî Babacan: Em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li vê derê ne

07-04-2021
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Êlih Hezo Kurd Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan di kongreya partiya xwe ya navçeya Hezoya Êlihê de got “Ez li vê derê bang li Serokkomar dikim, werin Êlihê, Hezoyê, Şirnexê, Amedê Colemêrgê. Ji hemwelatiyê me bipirsin, gelo pirsgirêka Kurd heye an na, fem bikin. Divê hûn bi ciwanên me yên Kurd re rûnên û çay vexwin.”

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan beşdarî kongreya partiya xwe li navçeya Hezoyê ya Êliha Bakurê Kurdistanê bû.

Alî Babacan di axavtina xwe ya kongreyê de got “Li vê welatî ramanên derbirrîne heye lê ev tiştên ku tên gotin û ragihandin bi kude diçin, divê hatiba zanîn. Dema ku ji pirsgirêkê re çareseriyê nabînin, makîneya etîketê bi destê xwe digrin û li hineke xayîn, li yên din jî etîkata lê dixin. Rojevê bi nerêtiyê tije dikin. Hinekan wek terorîst, hinekên din jî wek dijmin nîşan didin. Eger hûn li dijmin digerin li bihabûna kel û pelan binêrin.”

Alî Babacan di beşeke axavtina xwe de amaje bi wê yekê kir ku êdî berdewamiya desthilatê zehmet e ji ber wê yekê jî dixwazin hemû ramanan bêdeng bikin.

Herwiha Alî Babacan di derbarê pirsgirêka Kurd de ragihand ku desthilatê pirsgirêka kurd vejandiye û dibêje “Ez li vê derê bang li Serokkomar dikim, werin Êlihê, Hezoyê, Şirnexê, Amedê Colemêrgê. Ji hemwelatiyê me bipirsin, gelo pirsgirêka Kurd heye an na, fem bikin. Divê hûn bi ciwanên me yên Kurd re rûnên û çay vexwin. Lê bi tenê neyên. Hevparê xwe yê hevparê krîzan jî bi xwe re bînin. Ew jî qet nayê van deran. Lî Enqerê li mala xwe mêrxasî asan e. Bi ser de hevkarê sêyemîn jî têkin nav heyetê. Wisa bi artêşa parêzvanan re neyên. Ji bajarên din bi otobusan aligiran jî neynin. Derkevin nav xelkê.”

Babacan di berdewamiya jî wiha got “Em li dijî kesên ku mirinê layiqî van axan dikin li vê derê ne. Ji bo rê li ber siyasetê vekin, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasetê bê çareserkirin li vê derê ne.”

Li aliyê din Babacan ji ber hewlên li dijî Kurdî rexneyên xwe wiha anî ziman “Ew tenê dema ku evînê ji serokkomarê partiyê re radigihînin Kurdî tînin bîra xwe. Em ê zimanên zikmakî yên li van axan têne axaftin ji mijara aloziyê derxin. Em ê dawiyê li politikayên qeyûmên bêhûqûq yên ku bi milyonan dengên hilbijêran piştguh dikin bînin. Divê ku rêveberiyên herêmî xwedî hêzeke zêdetir bin. Di serî de ramanê derbirrînê, em ê hemî maf û azadiyên bingehîn ên welatiyên xwe wek xwe nas bikin.”

Babacan bal kişan ser xwekuştinên ji ber hejariyê jî û dibêje “Xwekuştinên hejariyê guh nade Êlih, Erzîngan, Samsûn, Kocaelî û Stenbolê. Hejarî bi lez zêde dibe. Çima? Ji ber ku tezeke xelet di rêveberiya aboriyê de bi israr û rijd tê spartin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst