Mezargeha Şêx Mend a Şingalê dîsa hat vekirin

07-04-2021
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Mezargehên Kurdên Êzidî yên li Şingalê têne nûjenkirin
Mezargehên Kurdên Êzidî yên li Şingalê têne nûjenkirin
Nîşan Mezargeha Şêx Mend Şingal Kurdên Êzidî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê, 8 mezargehên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin teqandin, piştî 6 salan niha yekemîn mezargeh hat nûjenkirin.

Li navçeya Şingalê 28 mezargehên Kurdên Êzdî li Şingalê hene û 8 ji wan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn teqandin. Piştî 6 salan yek ji wan mezargehan a bi navê Mezargeha Şêx Mend ku dikeve li başûrê çiyayê Şingalê hat nûjenkirin.

Ji 7 mehan ve karê nûjenkirinê destpê kir û têçûya nûjenkirinê 50 milyon dînarê Iraqî ye.

Mezargeha Şêx Mend bi amadebûna Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hekmarek ji kesayetên olî yên Êzidî û xelkê bi merasîmeke taybet ji nû ve hat vekirin û hîlala mezargehê hat danîn.

Kesayetê Kurdê Êzdî yê Lalişê Baba Çawîş got: “Em hêviyê ji Xwedê dikin Êzidiyên Şingalê bêne welatê xwe û Şingal ava bibe. Hêvî dikin deriyeke xêrê li hemû cîhanê vebe.”

Berî 7 mehan bi destpêşxeriya Nadya Murad bi hevkariya rêxistna nadya mrad bi hevkarya rêkixraweka naxwe ya kar ew mezargeh hat nûjenkirin.

Berpirsê Despêşxeriya Nadya Murda li Iraqê, Selah Hesen jî dibêje: “Ev mezargeh mezargeha duyem bû.  Mezargeha Şêx Hesen jî li gundê Gabarayê tê avakirin û em niha li wê derê kar dikin. Em hêvî dikin ku di demekê nêzîk de ew jî bi dawî bibe. Herwiha em dixwazin gelek karên din jî li Şingalê bikin, ew jî ne tenê cihên olî be.”

Yek ji berşdariya Bihar Îlyan jî got: “Îro em  gelek kêfrxweş in ku ev Mezargeha Şêx Mend hate vekirin û hêvî dikin ku mezargehên din jî hêdî hêdî bêne vekirin.”

Xilmetkar Xidir Selman jî  dibêje: “Em bi vekirina cihên ayînî gelek kêfxweş dibin. Vekiriana vê mezargehê bi dilê me ye.”

Çavdêra Mezargeha Çil Mêra Sêvê Xêro jî got: “Eger mezargeha Mehma Reşan jî ava bikiran dê gelek bi dilê me ba, Mehma Reşan yê Şêxadî Tawusî Melek deriyekê xêrê li me veke.”

Piraniya mezargehên Êzidiyan ên hatine teqandin  ji aliyê DAIŞê ve li başûrê Çiyayê Şingalê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst