Li Rojava bi sedema Korona û qedexeya çûn û hatinê bêkarî zêde bûye

08-04-2020
Xalid Cemîl Mihemed
Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi zehmetî debara jiyana xwe dike
Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi zehmetî debara jiyana xwe dike
Nîşan Coronavirus Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketinê heye, xelk di mala xwe de û nikare kar bike, ev jî bûye sedema wê yekê ku xelk tengav bibe û nikaribe weke tê xwestin debara jiyana xwe bike.

Piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê li ser dahata karê xwe yê rojane dijîn û qedexeya çûnûhatinê bandoreke dijwar li ser rewşa jiyana wan a aborî kiriye. Alîkarî jî li ser xelkê heta niha nehatiye parvekirin.

Ji destpêka ragihandina qedexeya çûnûhatinê, Rêvebeirya Xweser diyar kiriye ku alîkariya malbatên kêmdermat û hejar bike û xwarinê ji wan re peyda bike. Lê niha qedexeya çûnûhatinê heta 15 rojên din jî li Rojavayê Kurdistanê hate dirêjkirin.

Zanyarî hene ku heta niha bi awayekî berbiçav alîkarî li ser xelkê nehatine dabeşkirin.

Piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê li ser dahata karê xwe yê rojane debara jiyana xwe dikin û qedexeya çûnûhatinê bandor li ser rewşa jiyana wan kiriye.

Derbarê vê yekê Rêveberiya Xweser bangek ji bo Civaka Navdewletî ragihand û daxwaza alîkariyên bijşkî kiriye, ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê.

Di daxuyaniyekê de, Hervserokatiya Rêveberiya Xweser ragihandiye, bi mebesta parastina jiyana welatiyan û rûbirûbûna vîrusa koronayê, Rêveberiya Xweser hejmarek ji rênima û biryaran standine, di nav de, girtina deriyên sînorî, dibistan û zanîngehan, herwiha qedexekirina çûnûhatinê û kombûn û ahengan.

Ji ber ku karînên darayî li gorî pêwîst gelekî kêm in, herwiha ji bo xweparastina ji egera çêbûna karesateke mirovî, ligel hebûna hejmareke gelek ji koçberan, Rêveberiya Xweser daxwaz ji Civaka Navdewletî kiriye, bi taybetî ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî û rêxistinên din ên navdewletî, ku pêdiviyên bijîşkî û tendirustî yên pêwîst pêşkêş bikin.

Hevdem pêwîstiya welatiyan bi alîkariyên xwarin û vexwarinê jî heye. Lê heta niha bi fermî nehatiye ragihandin awayê ku alîkarî bigihêjin malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, lê di vê çarçoveyê de, hinek kar hatine kirin, ji wan jî, hezar sepetên xwarinê ku ji aliyê Rêveberiya Kampa Newroz ve, li Dêrikê hatibûne şandin bo Qamişlo ji bo malbatên hejar û kêmderamet.

Rêveberiya Kampa Newroz, ragihandiye ku ew alîkarî yên Desteya Karûbarên Civakî û Kar in, wê li ser wan malbatan bêne belavkirin, ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Her li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, li nahiyeya Girkê Legê jî bêhtir ji 300 malbatê sûdê ji alîkarî û destpêşxeriyên xwebexş dikin, ku bi rêya Encûmena Nahiyeyê û komînan li ser wan malbatan bêne belavkirin.

Rêveberiya Xweser ragihandiye, ku qedexeya çûnûhatinê ji 7ê nîsanê heta 21 nîsanê berdewam dibe. Lê rewşa malbatên hejar û kêmderamet, her di zehmetiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst