Lehiyê ziyan gihandiye şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê

07-04-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Lehî Loristan Kirmaşan Îlam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bilî ziyanên zêde yên canî û madî, lehiên li Loristanê ziyanên mezin gihandine şûnwarên dîrokî yên wê parêzgehê û ji bilî herrifîna hin şûnwaran, hinek din ji şûnwaran jî metirsiya herrfinê li ser heye.

 

Serokatiya Mîratên Kulturî yên Parêzgeha Loristanê ragihand, lehiyê bi qasî 50 milyar tûmen ziyan gihandiye şûnwarên dîrokî yên wê parêzgehê.

 

Cîgirê Serokê Mîrateyên Kulturî yên Loristanê dibêje, lehiyê ziyan gihandiye 80 şûnwarên dîrokî yên wê parêzgehê.

 

Kelheya Felekuleflak ku girîngtirîn şûnwarê dîrokî yê Loristanê û bajarê Xurem Ava ye û weke nasnameya vî bajarî tê naskirin, ji ber lehiyan rastî ziyanên mezin hatiye.

 

Bi sedema şiqitîna erdê, derdora dîwar û stûnên beşekî zêde ji girê ku ew kelhe li ser hatibû avakirin, sist bûye û zevî di bin de diherife û vê yekê jî gefeke mezin li ser wê kelha dîrokî çê kiriye.

 

Herwiha sê pirên kevin û dîrokî yên Pirdeşkaw, Keşkan û Kelhur û bi dehan şûnwarên din, rastî ziyanên mezin hatine.

 

Li parêzgeha Kirmaşanê jî bi qasî 20 milyar tûmen zirar gihîştiye cihên dîrokî.

 

Saziya Mîrateyên Kulturî ya Kirmaşanê daye xuyakirin, Pira Kûçe, Pira Çeher, Taqî Gerî, Koşka Xesrew, Mala dîrokî ya Sarî Erselan û Mezargehên Ebû Decane yên Dalahoyê di encama barîna bihêz a baranê û rabûna lehiyan zirar dîtine.

 

Li parêzgeha Îlamê jî lehiyan zirar gihandiye çendîn çûnwarên dîrokî. Li gor rayedarên Îlamê, lehiyên wan çend rojên dawiyê bi qasî 8 milyar tûmen ziyan gihandiye kelhe, gir û avahiyên dîrokî yên vê parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst