Galeriya wêneyan

07-04-2018
10 Photos
RÛDAW

AA - Li Behra Wanê 4 giravên mezin hene û ji wan yek jî Girava Çarpenakê ye. Girava ku tebîeta wê nehatiye guherandin bala ziyaretvanan dikişîne.

Girav li perava Çîtorena taxa Tuşbaya bajêr e û li herêma bakurê rojhilatê Behra Wanê cî digire. Her sal gelek geştyarên xwecî û biyanî, wênekêş û hezkiriyên tebîetê diçin ziyareta girava ku lê dêrek jî heye.

Ziyaretvan li Taxa Çîtorenê kelekên masîgiran kirê dikin û pê derbasî giravê dibin, li vê derê bi qaqlîbazan ra kêfa dîmenên xweşik derdixin.