VÎDEO - Siyasetmedarê Bakurî li ser şehîd Hucam helbest nivîsî

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Rojhat Amedî helbestek li ser şehîd Hucam Sûrçî nivîsî û ew helbesta wî bû vîdyoklîp.

Her çiqas aliyê siyasî yê Rojhat Amedî li pêş be jî, lê aliyekî wî yê hunerî jî heye, ku pir nehatiye eşkerekirin.

Wî ji bo Şoreşa Gulanê sirûdên niştimanî çêkirine.


Yek ji wan stranên wî "Ha Pêşmerge Bavê Min, Lêxin Herdu Çavê Min" e.

Pêşmerge Hucam Sûrçî roja 25ê Çileya îsal li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarekî kurd ê DAIŞê bi navê Muwefeq Esed ve hatibû şehîdkirin. ew bavê 11 zarokan bû.