Gola Wanê ji herî û çiravê tê paqijkirin

07-03-2025
Nîşan Gola Wanê Paqijkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Gola Wanê ji herî û çiravê paqij dikin.

Heta niha milyonek û 955 hezar metresêca qirêjî û bêmirêsahî ji rûberê binê golê hatiye derxistin.

Li gorî daxûyaniya Şaredariya Wanê, ji bo paqijkirin û pakhiştina Gola Wanê careke din dest bi kar û xebatan hatiye kirin.

Şaredariyê diyar kir ji binê golê milyonek û 955 hezar metresêca herî û çirav hatiye derxistin.

Proje ji aliyê Serokatiya Saziya Jîngehê û Birêvebiriya Çavdêriyê ya Şaredariya Wanê ve tê meşandin û kar gihiştiye qonaxa sêyemîn.

Kar û xebatên paqijkirina binê Gola Wanê 2021ê dest pê kir.

Hedef ew e ku ji şerîda peravên golê 2 milyon û 700 hezar metresêca herî bê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst