Rêya Wan û Miksê 3 meh in girtî ye: 42 kesan canê xwe ji dest dabû

07-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Miks Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgeha Wanê û navçeya wê Miksê de ji 22yê Kanûna Pêşîna 2023yan ve girtî ye.

Rêya Wan û Miksê her sal ji ber berfê bi mehan girtî dimîne. Piştî aşûta 4-5ê Sibata 2020ê ku 42 kesan canê xwe ji dest dabû, rê her sal di demsala zivistanê de bi mehan tê girtin.

Îsal jî ji ber metirsiya aşûtê xebatên vekirina rê 13ê Sibata 2024an hatibûn destpêkirin lê heta niha rê nehatiye vekirin.

Pispor dibêjin, mirov dikare bi rêbaz û teknîkên modern rê li ber aşûtê bigire.

Akademîsyênê Beşa Ewlehiyê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê Bulent Matpay li ser wê rêyê got:

“Divê bi rêbazên endazyarî tedbîr bêne wergirtin. Ew rêbaz li Ewropayê têne bikaranîn û li welatê me jî li hinek qadan tên bikaranîn.

Bi rêya bendkirin û dewlemendkirina xwezayê, bi çandina darên di navbera 1-3 metreyan de mirov dikare rê li ber aşûtê bigire.”

“Zivistan berdewam e”

Li herêmê li hin cihan bilindahiya berfê gihiştiye 5 metreyan û li 6 parêzgehan rêya 907 gundan hatiye girtin.

Welatiyekî li ser rewşa ku tê de dijî anî ziman:

“Hûn dibînin li Rojhilat zivistana me hîn berdewam e. Li Başqaleyê jî her kes berfê paqij dike û zivistan berdewam e.”

Li herêmê berf berdewam e û Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê roja 7ê Adara 2024an ji bo bajarên Sêwaz, Erzirom, Qers, Agirî, Bêdlîs û Wanê hişyariya berfê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst