Serok Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî û şandeya pê re qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, her du aliyan di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî li herêmê gotûbêj kirin.

Herwiha di hevditînê de tekezî li ser pabendbûna destûra bingehîn û têgihiştîna aliyên siyasî yên Îraqê hat kirin.