Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê komîsyonek hat avakirin

07-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê komîsyoneke navendî ava kir.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xulayî ji Rûdawê re ragihand ku bi serokatiya Dadwer Ebas Ferhan komîsyoneke navendî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat avakirin.

Cumane Xulayî diyar kir ku di komîsyonê de dê çend rêveberên giştî, karmendên teknîkî, îdarî, yasayî û darayî jî beşdar bibin ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de xwedî ezmûn in.

Xulayî da zanîn ku erka komîsyonê dê bicihkirina biryar û sîstemên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê be û got:

“Komîsyona ku ji bo amadekirina plana teknîkî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kar û xebatên têkildarî pêvajoyê tê avakirin, di heman demê de ji çavdêriya xebatên pêkhateyên din ên îdarî jî berpirsyar e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kiribû.

Li gorî biryarnameyê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Çi bûbû?

Biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê Çiriya Pêşîna 2022yan bên kirin.

Lê ji ber nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira Parlamantoya Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.

Dadgeha Fedaral a Îraqê Gulana 2023yan biryar da ku dirêkjirina dema peywira Parlamantoya Kurdistanê ne yasayî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an bên kirin.

Ji ber ku Dadgeha Fedaral a Îraqê giliyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst