Berf dîsa bakurê welêt dide ber xwe: Hişyarî hat dayîn

07-03-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo bajarên Sêwaz, Erzirom, Qers, Agirî, Bedlîs û Wanê hişyariya berfê da.

Saziya Keşnasiyê da zanîn ku dê li van şeş parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf bibare.

Herwiha hat ragihandin ku li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran heye.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li Sêwaz, Erzirom, Qers, Agirî, Bedlîs û Wanê berf; li Amed û Sêrtê jî baran dibare.

Li Bakur pileyên germê li gorî demsalê asayî ne.

Germahî bi şevan li Qersê herî zêde heta bin sifirê bi 9 pileyan dadikeve û bi rojê jî li Rihayê heta bi 16 pileyan derdikeve.

Ji aliyê din ve, doh ji ber barana zêde li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê lehî rabû û cade û kolan di bin avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst