Leşkerekî Tirkiyê di operasyona Pençe - Kilîd de mir

07-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wan ê li navçeya oparasyona Pençe-Kilîdê bi qezayekî birîndar bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro 7ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li navçeya oparasyona Pençe-Kilîdê, leşkerekî wan ê bi navê Adem Avunan bi qezayê birîndar bibû  li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, 18ê Sibatê 2023ê li navçeya oparasyona Pençe Kilîdê Adem Avunan bi şaşî birîndar bibû û piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst