Bernameya Newrozê di 10ê Adarê de tê eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratî a Gelan (HDP) dê di 10ê Adarê de bernameya Newrozê li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere bike.

Ji ber erdheja 6ê Sibatê ku Mereşê pêk hat û 10 bajar û navçeyan da ber xwe, îsal amadekariyên pîrozbahiya Newrozê li Bakur dereng ket. Gelek kesan digot belkî ji ber erdhejê Newroz neyê pîrozkirin lê HDPê biryar da li hemû bajar û navçeyên ku berê Newroz lê dihate pîrozkirin bernameyên Newrozê li dar bixe.

Newroza îsal bê şahî û govend e

Li gorî agahiyên ku Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak bi dest xist HDPê biryar da ku îsal bernameyên Newrozê bê şox û şeng be. Di bernameyan de govend nayê gerandin û stranên şahiyê nayêne gotin. Bernameya muzîkê dê ji ber rêzgirtina li hemberî mexdûrên erdhejê tenê ji zêmar û kilamên dilşewat pêk bê.

Bername li Amedê tê eşkerekirin

Li gorî agahiyan bernameya Newrozê dê di 10ê Adarê de li Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bê ragihandin.

Hevserokên HDPê û serokên partiyên Kurdistanî dê bi hev re bernameyê eşkere bikin. Bername dê bi şêwezarê Kurmancî û Zazakî û bi Tirkî be.

Heta niha dirûşma Newroza îsal nehatiye kifşkirin. Li gorî agahiyan ji ber ku Newroz û propagandayên hilbijartinê tên heman demê, dirûşma Newrozê jî dê li gorî vê rastiyê bê diyarkirin.