Çîroka Sevnur; hevjîn û 2 zarokên wê mirin û 4 zarokên wê jî rizgar bûn

07-03-2023
RÛDAW
Çîrokên bi êş ên erdhejê li gundekî Bazarcixa Mereşê
Çîrokên bi êş ên erdhejê li gundekî Bazarcixa Mereşê
Nîşan Erdheja Mereşê Bazacix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku mehek bi ser erdheja 6ê Sibatê re derbas dibe, hîn beşeke zêde ya xelkê di rewşeke gelek xirab de dijî. Yek ji wan Sevnur e ku xelka navçeya Bazarcixê ya Mereşê ye û di erdhejê de hevjînê xwe û 2 zarokên xwe ji dest dane. Niha jî tevî 4 zarokên xwe yên mayî, di rewşeke gelek dijwar de ye û pêdiviya wê bi alîkariyê heye.

Di erdheja şeva 6ê Sibatê de %90 a Gundê Buyuknacar ê ser bi navçeya Bazarcixa parêzgeha Meraşê ve wêran bûye û her malekê çîrokek trajîk li pey xwe hiştiye. Niha li vir rewş di astekê de ye ku jiyan rawestiya be û pêwîstiya xelkê bi her pêdiviyeke jiyanê heye.

Mexdûra erdhejê Fîdan Beyoglu dibêje: “Berê hevjînê min diçû kar. Min jî li malê û ajalên xwe dinêrî. Min ajalên xwe didohtin û şîrê wan difrot. Lê niha jiyan rawestiya. Em nikarin ti tiştî bikin, berhemê me nayê firotin, kes nakire. Debara me nîne. Rewş bi vî awayî ye.”

Du zarok û hevjînê Sevnur Sutdelisî ya 37 salî ya li ser kavilê mala xwe ya herifî digrî di erdhejê de canê xwe ji dest dane û ew jî bi birîndarî rizgar bûye.

Ti tiştê wê nemaye. Di vê sermayê de bi şimika qetiyayî maye û dibêje ew ji bo zarokên xwe yên sax mane neçar e li ber xwe bide, jiyana xwe dîsan ava bike û daxwaza alîkariyê dike.

 Mexdûra erdhejê Sevnur Sutdelisî jî dibêje: “Ez dayîka 6 zarokan bûm. Du zarokên min û hevjînê min canê xwe ji dest dan, çar jî mane. Ez çi bikim? Xwedê careke din karesatek wiha nîşanî me neke. Gelekî zehmet e. Yê dîtiye dizane yê nedîtiye nizane.”

Bo bikarin ji birînên xelkê vî gundî re bibin derman û kêmek be jî xelkê vî gundî hest bi tenêbûnê nekin, komeke ciwanên ku berber in ji parêzgeha Dîlokê hatine pora van mexdûrên erdhejê tiraş dikin.

Berber Eyup Bozoglan jî dibêje: “Em bi awayekî xwebexş hatine gundê Buyuknacar ser bi parêzgeha Bazarcixa Mereşê, em wek berber hatin bê beramber pora xelkê vê deverê tiraş bikin. Em bi awayekî xwebexş hemşerî û birayên xwe tiraş dikin. Em dixwazin ji pêwîstiyên wan re bibin bersiv. Êşa li vir heye gelek mezin e û em nikarin bi kesî re jî parve bikin.”

Her çiqas niha çend konteynir ji vî gundî re hatine şandin, lê xelkê gund gazinan ji belavkirina tiştan a nedadmend dikin.

Li gor agahiyên fermî, heta niha di erdheja Mereşê de 46 hezar û 104 kesan canê xwe ji dest dane, bi deh hazaran kes birîndar û bê mal mane. Li gundê Buyuknacar jî ku nişteciyên wê berî erdhejê 2,000 kes bûn, 120 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst