Ji ber şerê dîkan 120 kes hatin cezakirin

07-03-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şerê dîkan 120 kes bi 464 hezar û 508 lîreyan hatin cezakirin.

Li gor agahiyan, Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr agahî wergiritine ku li Taxa Alîkamerlî çalakiyek a bi şer dîkan tê kirin.

Cendirmeyan bi ser wî cihî de girtine û dîtine ku ji bo dîk tê de şerê hev bikin dik hatiye amadekirin û gelek kes jî beşdarî çalakiyê bûne.

Hat zanîn ku 120 kesên ku ji Îdir û bajarên derdorê beşdarî çalakiyê bûne hatin desteserkirin.

Herwiha li ser bingeha yasaya parastina ajelan, 464 hezar û 508 lîre cezayê pereyan li wan kesan hatiye birîn.

Kesê bi navê F.D yê ku çalakî organize kiriye jî hatiye girtin.

Li aliyê din Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Bajêr dest daniye ser 30 dîkên ku di wî şerî de birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst