VIDEO - Dema nimêj dikir 56 hezar dolarên wî hatin dizîn

07-03-2023
RÛDAW
VIDEO - Dema nimêj dikir 56 hezar dolarên wî hatin dizîn
VIDEO - Dema nimêj dikir 56 hezar dolarên wî hatin dizîn
Nîşan Hewlêr Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zilamê ku ji bo nimêja nîvroyê çû mizgeftê 56 hezar dolarên wî ji bagaja otomobîlê hatin dizîn.

Bûyer li ser cadeya Ronakî ya Hewlêrê li ber çavên her kesî pêk hat. Dizên ku gelek dikanên dowîzan lê ne, nîvro li ber çavên derdorê 56 hezar dolar girtin û reviyan.

Yek ji şahidên bûyerê karsaz Rêbaz Cebar dibêje “Her kes li vir bû, dema nimêja nîvro bû. Min dît ku bagaja erebeyê vekirî ye. Dizî 1 xulek berxwe neda.”

Wêrekiya dizan kesên li ser cadeyê matmayî dihêle, ku gelek kes ji bo kirîn û firotina pereyên biyanî li hev kom dibin.

Xwediyê pere Îsmaîl Cercîs got “Xelkê vê derê nikarin diziyê bikin, divê diz ji derve hatibin.”

Cercîs diyar kir ku pereyê ku hatiye dizîn pereyê xaniyê ku wî firotiye ye.

Otomobîla dizan hat dîtin, lê heta niha diz û pereyên hatine dizîn nehatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst