Sandraya 11 salî di erdhejê de xwe avêt derve lê di bin dîwarê hewşê de ma

07-03-2023
RÛDAW
Sandraya 11 salî di erdhejê de xwe avêt derve lê di bin dîwarê hewşê de ma
Sandraya 11 salî di erdhejê de xwe avêt derve lê di bin dîwarê hewşê de ma
Nîşan Taxa Şêx Meqsûd Taxa Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Sandra Îbo ya 11 salî ku bi malbata xwe re li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijiya di dema erdheja 6 Sibatê de bi malbata xwe re xwe digihînn derveyî malî lê di bin dîwarê hewşê de ma.

Li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn a bajarê Heleba Sûriyê rewşa xelkê piştî erdhejê xirabtir bûye.

Yek ji qurbaniyên erdhejê li vê taxê Sandra Îbo ya 11 salî ye û malbata wê ji Rûdawê re behsa erdhejê û canjidestdana keça xwe dikin, Dayika Sandra dibêje, wê keça xwe ji ber erdhejê ji malê derxist, lê dîwarekî himberî mala wan, bi ser de ket û canê xwe ji dest da.

Dibistan dayika Sandrayaê dibêje “Çar zarokên me hebûn, niha sê hene. Êvar me dît erd diheje em li pê nedisekinîn. Em pir tirsiyan. Me got em zarokên xwe derxin, me nizanibû ku em bi ku ve herin wê şevê. Em rabûn daketin jêrê, hê me li dora xwe dinihart ka emê çi bikin, me dît kevir hatin. Kulfetê min lingê wî şikest birîndar bû û qîzik jî rehmetî bû.”

Bavê Sandrayê jî dibêje, wî ji bo parastinê zarokên xwe ji malê derxist, lê dîwarê hewşê bi ser wan de ket, dema dîwar bi ser wan de ket, keça wî canê xwe ji dest da û ew jî birîndar bû.

Mihemed Îbo bavê Sandrayê anî ziman “Min mêze kir ku nasekine, min rakir zarokan û min got de rabin em birevin. Gişt rabûn me zarokan rakir, em daketin jêr, bi gihîştina ku em gihîştin jêrê, me dît ku cîran gişt li derve ne. Mi piçek li dora xwe nihart hewş gişt bi ser me de bi ser qîzikê de hat û yê min jî bi ser lingê min de hat, lingê min jî şikest. Min qîzikê ji bin kavilan derxist û bir nexweşxaneyê.”

Bavê Sandra got jî, piştî rojekê ji mayîna di nexweşxaneyê de, ew ji nexweşxaneyê derket, Cenazeya Sandra li gundê Beno yê bakurê Şêx Meqsûd hate veşartin.

Mihemed Îbo got jî “Dema em bi rê de diçûn, min dayika wê re got tu bi Xwedêkî binêre dilê wê lêdixa yan na, lê nihart got dil sekiniye. Hîn wê çaxê qîzik rehmetî bîbû.”

Li ji bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê di erdheja 6 sibatê de li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdetirî 400 kesan canê xwe ji dest dan ku piraniya xelkê wan du taxên Helebê ji Kurdên Efrînê ne, di erdheja 6ê sibatê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst