Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Silopiyê dixine kartonên bi navên cuda

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt da xuyakirin, ku koliyên alîkariyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji Herêma Kurdistanê bo herêmên erdhejê şandine, li navçeya Silopî ya Şirnexê ji koliyên ku logoya weqfê li ser hene, hatine derxistin û derbasî koliyên din kirine.

Abdurrahman Kurt mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.

Abdurrahman Kurt qeymeqamê Silopiyê etîket kir û pirsa biryara guhertina koliyan ji aliyê kî ve hatiye wergirtin? pirsî.

Abdurrahman Kurt got dibêje “Koliyên alikariyê yên ku ji aliyê Dezgeha Xêrzwaziya Barzanî ve bo malbatên mexdûrên erdhejê yên li Silopiyê dijîn re şandine, bi vî awayî tên valakirin derbasî koliyên din dikin tên belavkirin.

Pirs ev e Koliyên alîkariyên ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bo mexdûrên erdhejê re tên şandin kî dest datîne serê @silopikymkmlk?”

Kurt diyar kir ku ew bi Qeymeqamê Silopiyê re axiviye û hatiye agahdarkirin ku bûyer di agahiya wî de ye û ji bo cudakirinê hatiye kirin û wiha got “Ez bi qeymeqamê me yê hêja re axivîm. Mijar di bin agahdariya wî de û ji bo ku malzemeyên alîkariyê yên di koliyên xwe de li gorî hewcedariyan dabeş bikin, ew bi xwe vedikin û dîzayn dikin. Wan got ku ew gelek spasdarê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ne û ew bi wan re di hevkariyeke berdewam de ne. Her hebî.”