Grûpeke çiyager ber bi lutkeya Agirî birêketin

07-03-2022
RÛDAW
Ji ber rewşa hewayê gelek caran çiyager nikarin xwe bigihînin lûtkeya Agirî
Ji ber rewşa hewayê gelek caran çiyager nikarin xwe bigihînin lûtkeya Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke ku ji 27 çiyavanan pêk tê, amadekariyên xwe dikin û hewl didin biçin ser lutkeya çiyayê Agiriyê ku ku bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye 5 hezar û 137 metreyan ji asta deryayê bilindtir e. Dikeve navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê.

Komeke ku ji 27 çiyageran pêk tê xwe amade dikin ku bi Çiyayê Agiriyê de hilkişin û xwe di nava 3 rojan de bigihînin lûtkeyê. Her kes barê xwe amade dike ku pêdiviyên wan yê rêwîtiyê ne.

Çiyager Şahap Eryilmaz dibêje: “Ji bajarên cuda yên Tirkiye em 24 werzîşkar û 3ê kes ji tîma teknîkê beşdarî vê hilkişana Çiyayê Agirî dibin. Me îro dest bi meşê kir, em ê niha ji xala 2 hezar û 200ê ber bi 3ê hezar û 200ê ve biçin, sibe em ê ji wir jî ber bi xala 4 hezar û 200 bikevin rê û du sibe jî em ê hewil bidin xwe bigihînin lûtkeyê.”

Salane çiyagerên ku bi mehan xwe amade dikin, ji hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçim li wir kom dibin. Her sal komên çiyageran hewil didin xwe bigihênin lûtkeya wî çiyayê bilind ku serê xwe her tim bi berf e.

Çiyager Huseyîn Avni Ortay jî got: “Ev cara duyemîn e ku ez têm Çiyayê Agirî, cara yekem dema ez xwendevan bûm ez hatibûm. Wî demî me nekaribû em xwe bigihînin lûtkeyê, bi destûra Xwedê em ê vê care bigihêjinê.”

Lê ji ber rewşa hewayê gelek caran çiyager nikarin xwe bigihînin lûtkeya Agirî û neçar dibin di nîvê rê de vegerin. Carinan ji welatên din jî çiyager beşdarî vê hilkişanê dibin.

Çiyager Nesrin Çamlidereli jî dibêje: “Bi min re em sê jin in di nav vê koma çiyageran de, yek ji wan ji Azerbaycanê hatiye û yek jî welatiya Ozbekistanê ye, lê ev 20 sal e li Tirkiye dijî.”

Çiyayê Agirî ku bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye 5 hezar û 137 metreyan ji asta deryayê bilindtir e. Dikeve navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst