Li Tirkiyê ji %78ê jinên li sektora tendirûstiyê kar dikin deyndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Sendîkaya Kar û Tendirûstiya Giştî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber pandemi û krîza aborî ji %78ê jinên ku di sektora tendirûstiyê de kar dikin deyndar in. Sendîkaya Kar û Tendirûstiya Giştî amarên lêkolîna taybet bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê ku ligel 929 jinên endamên sendîkayê kiriye eşkere kir.

Ji %84.4ê jinan ji bankeyan kredî wergirtine

Li gor lêkolînê ji ber pandemi û krîza aborî ji %78ê jinên ku di sektora tendirûstiyê de kar dikin deyndar in û neçar mane xerciyên xwe yên elektrîk, gaza xwezayî û xorakê kêm bikin. Herwiha ji %84.4ê wan jî bo karibin debara xwe bikin ji bankeyan kredî wergirtine.

Di lêkolînê de tê gotin ku bi destpêkirina pandemiyê karmendên tendirûstiyê yên sektora giştî hem ji ber mercên kar ên nerênî û hem jî ji ber bo pêşerojê nîgeranin dixwazin ji Tirkiyê koç bikin an jî îstîfa bikin. Li gor lêkolînê ji %82.3ê jinên di sektorê de ji pêşeroja xwe nîgeranin û ji wan ji %57 jî ji ber tundûtûjî, zêde karkirin û mercên ne baş dixwazin li derveyî Tirkiyê kar bikin.

Pizîşk ji Tirkiyê koç dikin

Herwiha ji wan ji %15.4 gotine ew amadekariya xwe dikin ku di demeke nêzîk de ji Tirkiyê biçin û ji %20,5ê wan jî difikirin ku dest ji kar berdin.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) di 10 salên dawî de hejmara pizîşkên ku ji Tirkiyê koç kirine 22 qat zêdetir bûye û sala 2021ê hezar û 321 pizîşk çûne welatên din.

Pizîşkên Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar çalakî kirine û bo çend rojan dest ji kar berdane. Lê tevî vê yekê hikûmeta Tirkiyê ji bo wan ti pêngavek neavêtiye. 8ê Sibata 2022ê pizîşkan careke din li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo bidesxistina mafên xwe destbi grevê kiribûn.