Papa Francis: Li Kurdistanê azadî berqerar e

07-03-2021
RÛDAW
Papa Francis li Herêma Kurdistanê ye
Papa Francis li Herêma Kurdistanê ye
Nîşan Papayê Vatîkanê Papa Francis Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel Papa Francis de bi navê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ve bixêrhatina Papa kir û got, pêkhateyên Kurdistanê salên dirêj bi hev re rûbirûyê dîktatorî û terorê bûn. Papa Francis jî got, “Hûn pak in, we destê xwe yê bi rehm dirêjî hemûyan kiriye, bo min jî dua bikin.”

Papa Francis di beşeke axaftina xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin ku me li min kir. Demek dirêj e min dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikim û kêfxweş im ku îro bi daxwaza we hatim. Gelek pêzanînên min heye, tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoş û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe bo Krîstiyanan vekir.”

Nêçîrvan Barzanî behsa wê jî kir, li Herêma Kurdistanê “baweriya me ya temam bi azadiya ayînî û fireayîniyê heye. Lêborîn, pêkvejiyan û hevqebûlkirina di navbera pêkhateyan, nasname û çanda dêrîn a Kurdistanê ye, bi hemû şêweyek parêzgarî li wê çandê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got, “Em her tim li gel aştî û diyalogê ne. Em teror û tundûtûjiyê red dikin. Ti caran rê nadin ti pêkhateyeke ayînî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibin qurbaniyên teror û tundûtûjiyê.”

Papayê Vatîkanê derbarê armanca serdana bo hewlêr  ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Hatim ku li gel we bi hev re du abo Mesihiyan û bo hemû mirovahiyê bikin. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide. Lê we bi reseniya xwe xizmet kir û pêşwazî li koçber û pêkhateyên din kir. Şer rûxandin û wêrankirin e, lê we dijmin têk bir û welatên xwe avedan kir.”

Di beşeke din a gotinên xwe de Papa Francis amaje bi wê kir, “Hatim vê axê mubarek bikim. Hûn pak in, we destê xwe yê bi rehm bû hemûyan dirêj kir. Bo min jî dua bikin. Spas bo hemû ewên li gel hemû ayînan û hemû pêkhateyan. Li Kurdistanê azadî berqerar e. Dûbare spasiya pêşwaziya germ û mazûvaniyê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê jiyana li Herêma Kurdistanê behsa wê bo Papa kir, “Pêkhateyên Kurdistanê salên dirêj bi hev re rûbirûyê dîktatorî û terorê bûn. Li gel hev gelek qûrbanî dan. Me hemûyan bi hev re rabirdûyeke hevbeş heye. Em hemû bo pêşerojeke hevbeş a baştir bi hev re kar dikin.”

Di dewama gotinên xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Fireyî û pêkhateyên ayînî û netewên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendî ne. m naxwazin Mesihî û Êzidî û pêkhateyek koç bike û welat bicî bihêle.”

 

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Papa Francis;

Berî nîvroya îro yekşem 07.03.2021 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Papayê Pîroz Fransis, Papayê Vatîkanê kir. Di dema daketinê de Papayê Pîroz destên xwe ji bo axê dirêj kir û ji Serok Nêçîrvan Barzanî re got: Xweşhal im ku li vir hev dibînin.

Paşê di civînek de ku rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serok, Qûbad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî, Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Papayê Pîroz kir û got: Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokî ya mezin e, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane ye.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Me baweriyeke tevahî bi azadiya olî û fireh olî heye. Lêborînî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatan, nasname û çandeke kevnar û dêrîn ya Kurdistanê ye, bi hemû awayekê parêzgeriyê li wê çandê dikin. Em herdem li gel aştî û diyalogê ne, teror û tundiyê red dikin, tu demekê rê nadin hîç pêkhateyeke olî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibê qurbana teror û tundiyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha got: Pêkhatên Kurdistanê çendîn salên zêdeye pêkve rûbirûyê dîktatorî û terorê bûne. Pêkve qurbaniyeke gelek mezin dane. Me hemûyan pêkve paşarojeke hevbeş heye. Em hemû ji bo paşerojeke hevbeşê baştir, pêkve kar dikîn. Firehî û pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendin. Em naxwazin Mesîhî û Êzdî û hîç pêkhateyek koç bikin û welat bi cîh bihêlin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Mesîhî pêkhateyeke resen û serekiyê Kurdistanê ne, civakeke aştewayîne, wan roleke mezin li avakirin û pêşxistin û parastina welat da dîtiye û dibînin. Çi ji destên me hatiye, ji bo parastina wan me kêmasî nekiriye.

Di dawiyê de jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana cenabê we bereket li gel xwe da tîne. Ji bo yarmetîdana Kurdistanê û pêkhatên wê li hemû rûyek ve çavê me li niza û dua û piştgîriya we ye.

Ji aliyê xwe ve Papayê Pîroz li beşeke dinê axaftina xwe de got: Gelek spas ji bo wê pêşwaziya we ya germ dikîn. Demeke dirêje min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim û xweşhalim ku îro bi dengê vexwendina we ve hatim. Gelek pêzanînên min heye ku ji bilî wê yekê hûn li şer da bûn, lê belê we pêşwaziyê li koçberên Mesîhiyên li Mûsil û Deşta Nînowa û Qereqûş û li pêkhatên din kir. We Mesîhiyan himbêz kiriye.

Herwiha Papayê Pîroz got: Ez hatime heta pêkve li gel we dua ji bo we û ji bo Mesîhiyan û ji bo hemû mirovayetiyê bikîn. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide, lê belê we bi reseniya xwe xizmetê kir û we pêşwaziyê li koçber û pêkhatên din kir. Şer rûxandin û wêrankirine, lê belê we dijminê têkbir û hûn welatê xwe avadan dikin.

Di beşeke dinê axaftina xwe de Papayê Pîroz got: Ez hatime vê axê pîroz bikim. Hûn pakin, we destê dilovaniyê ji bo hemûyan dirêj kiriye, ji bo min jî dua bikin. Spas ji bo we ku hûn li gel hemû olan û hemû pêkhatan de dikin. Li Kurdistanê azadî berqerare. Dûbare spas ji bo pêşwaziya germ û mîhvandariya we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst