Nadya Mûrad nameyek arasteyî Papa Francis kir

07-03-2021
RÛDAW
Nîşan Heêrma Kurdistanê Papa Francis Nadya Mûrad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wergira Nobela Aştiyê û Çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad li gel 34 rêxistin û grûpên nehukûmî yên Iraqê û navdewletî nameyeke vekirî arasteyî Papayê Vatîkanê Papa Francis kir ku bi serdanekê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Li gor medyaya Vatîkanê, di nameyê de Nadya Mûrad, ew rêxistin û grûp, daxwaz jê dikin garantiya parastina kêmîneyên Iraqê bike ku rûbirûyê gefan dibin ji aliyê rêxistinên terorî û ji ber komelek yasa ku li gor gotina Nadya Mûrad “yasayên zulmker in.”

Nadya Mûrad bi navê rêxistina “Destpêşxeriya Nadya” ku rêxistineke nehikûmî ye û sala 2018 bo dakokîkirin li mafên rizgarbûyên jinên Êzidî ji destdirêjî, tundûtûjiyê û dûbare bingehdanîna komelgehên wan di dema krîzan de, hat damezrandin, îmze li lîsta wan rêxistinan kiriye ku name bo Papa Francis şandine.

Di nameyê de Nadya Mûrad û ew rêxistin amaje bi wê dikin, serdana Papa bo Iraqê di demeke hestyar de tê. Hevdem hel û derfeteke girîng bo bihêzkirina binemayên aştî, tebayî û karê bi hev re bo pêşîgirtin li tawanên mezin ku dibin sedema nehametiya bo nifşên nû.

Her di nameyê de tekezî li ser wê jî hatiye kirin, serkutkirin û êrişên tund li dijî kêmîneyên Iraqê li ser bingeha bîrûbaweriyên ayînî di zêdebûneke berdewam de ye û ev rewş jî kêmîneyan neçar dike axa xwe û bapîran bicî bihêlin û bo derveyî welat koç bikin.

Di nameyê de hatiye gotin, tevî şikestina DAIŞê di warê serbazî û di jidestdana axê de, lê êriûên wê heta niha jî berdewam in bo encamdana tawanên dahatûyê. Hevdem gotarên kîn û kerbê ji aliyê beşek ji kesayetên ayînî û radîkaliya bingehîn li dijî  kêmîneyan berdewam in.

Nadya Mûrad, du caran li gel Papa Francis civiyaye. Cara yekem roja 3ê Gulana 2017an bû. Hevdîtina cara duyem jî roja 20ê Kanûna Yekem a 2018an bû ku Nadya Mûrad li gel hevjînê xwe beşdar bû û bûyerên bi serê Kurdên Êzidî hatine bo Papa veguhast.

Nadya Mûrad sala 1993 li gundê Koço li Şingalê jidayîk bû. Çalakvana Kurd a Êzidî ye û sala 2016 wek Balyoza Niyetpakî ya Netewên Yekgirtî hat destnîşankirin. Nadya Mûrad Cotmeha 2018an jî Xelata Nobel a Aştiyê wergirt.

Di dema êrişa DAIŞê de bo ser Şingalê de Nadya Mûrad, dayik, 6 bira û xwîşk û xelkê gund ketin destê çekdarên wê rêxistinê û hatin revandin.

Nadya Mûrad piştî demekê karî xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike û paşê berê xwe da Almanyayê û çareseriya derûnî wergirt ji ber ku rastî gelek îşkence û azara çekdarên wê rêxistina tundrew hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst